Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Ji %80 peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê dirust in
PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar di derbarê peymanên petrolê de axivî diyar kir, %80 peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê dirust in, tenê li gor baweriya min kêşe di %20ê peymanan de heye û tê gotin kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.
Li gor Îhsan Ebdulcebar ji kanala Furat re eşkere kir, peymanên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû dirust in, tenê kêşe di %20ê wan de heye û divê li ber çavan derbas bikin.
Ebdulcebar da zanîn, ew weke Wezareta Petrolê rêyeke çareseriyê pêşkêş kirine ji bo çareserkirina mijara petrola Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê û biryara Dadgeha Federal de.
Herwiha destnîşan kir, wan ji rayedarên Herêma Kurdistanê re gotine ku ew bi sê xalan ve pabend in, ku ew jî pêdaçûna peymanên petrolê, damezrandina Kompaniya Petrola Kurdistanê, ku ser bi Hikûmeta Federal be û baregeha wê li Hewlêrê be, ligel siyaseta pêşvebirina kêlgehên petrolê û hinardekirin, ku bi hevbeşiya navbera Herêm û Bexdayê biryar li ser were dayîn.
Îhsan Ebdulcebar li ser nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî diyar kir, rayedarên Herêmê di wê baweriyê de ne ku biryara Dadgeha Federal a ji bo radestkirina petrola wan, ji bo wan neçarî nîne û ew pê pabend nabin, lê belê em Wezareta Petrolê ya Iraqê neçar in ku pê pabend bin.