TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Tendirustiyê li ser nexwesiya Kivarka Res daxuyaniyek da

Admin L
Nivîskar
📅 03 hezîran 2021 18:29

PeyamaKurd Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê di derbarê nexweşiya Kivarka Reş de daxuyaniyek da û diyar kir, eger nexweşiyeke din a demdirêj bi kesekî re nebe û sîstema berevaniya gewdê wê ne lawaz be, metirsiya nexweşiya Kivarka Reşê li ser wî nîne.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî bi konferanseke rojnamevanî da zanîn: “Nexweşiya Kivarka Reş, ne wek Koronayê metirsîdar e û ji kesekî bo kesekî din nayê vegirtin, lê belê ligel wî jî divê mirov agahdar be.”

Dr. Saman Berzincî eşkere kir: ‘‘Nexweşiya Kivarka Reş, li ser kesên ku nexweşiyên din yên demdirêj pê re yên wek dil, şekir, gurçik, penceşêr û kesên sîstema berevaniya gewdê wan lawaz e metirsî ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Nebîl Hemdî îro di daxuyaniyekê de destnîşan kir, 4 haletên nexweşiya Kivarka Reş li bajêr hatin tomarkirin.

Herwiha roja 1ê vê mehê jî, kesekî li bajarê Silêmaniyê bi nexweşiya Kivarka Reş can dabû.

Parve bike: