TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Tenduristiyê îro çend xizmetguzariyên tenduristiyê li Duhokê radigihîne

Admin L
Nivîskar
📅 14 îlon 2022 15:00

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro serdana parêzgeha Duhokê dike û  wê li çend deverên cuda hejmarek xizmetguzariyên tenduristiyê ragihîne û pêşkeşî hemwelatiyan bike.

Li gor Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Duhokê Hemze Rezikî diyar kir: “Biryar e îro 14.09.2022yê Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî serdana parêzgeha Duhokê bike û hejmarek xizmetguzariyên tenduristiyê pêşkeşî hemwelatiyan bike. Ji wan xizmetguzariyan jî wê tenduristiya nahiyeya Qesrokê beşa rontgen û nexşeyên dil jî veke.”

Herwiha Berdevkê Rêveberiya Tenduristiya Akrê Sebah Zûhêr jî destnîşan kiriye: “Di serdana îro ya Wezîrê Tenduristiyê ji bo qeza Akrê de, beşa hewarçûna zarokan di nav nexwaşxaneya jinan û zarokan de wê bê vekirin û ev jî xizmeteke mezin e ku wê ji sektora tenduristiyê re bê pêşkeşkirin û hemwelatî jê sûdmend bin.”

Parve bike: