Kurdistan
Wezîrê Tenduristiyê: Pêla çarem a Koronayê û Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê di peyamekê de diyar dike, pêla çarem a Koronayê û vîrusa nû ya bi navê Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye.
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî di peyameke vîdeoyî de da zanîn, pêla çarem a Koronayê û vîrusa nû ya wê nexweşiyê Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye.
Dr. Saman Berzencî eşkere dike, divê tedbîrên xweparastinê zêdetir bên kirin, derziyê li xwe bidin, maskê bikar bînin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.
Wezîrê Tenduristiyê herwiha ji welatiyan xwest, eger nîşanên nexweşiyê di wan de hebin bila serdana navendên Koronayê bikin.