Xaneqîn | Terorîstên DAISê dest nedan cotkarên ereb, lê 2 cotkarên Kurd kustin
PeyamaKurd - Li sînorê qezaya Xaneqînê hejmarek çekdarên DAIŞê bi ser gundê Mêxas ê Kakeyîyan de girt û 2 cotkarên Kurd kuştin.
Rêveberê Polîsê Xaneqînê Azad Îsa ragihand, çekdarên DAIŞê êrîş pêk anîne û cotkarên Ereb jî li cem wan cotkarên Kurd bûne, lê çekdaran tenê cotkarên Kurd revandine û kuştine û tiştek negotine kesên Ereb.
Li gorî zanyariyan şeva Yekşemê saet 22:00ê çar çekdaran li gundê Mêxas ê li sînorê navçeya Xaneqînê bi ser çend cotkaran de girtine ku mijûlî dirûna dexl û danê xwe bûne.
Rêveberê Polîsê Xaneqînê, Azad Îsa derbarê bûyerê de ragihand: “Şeva borî komek ji çekdarên DAIŞê li nêzîk gundê Mêxasê, ku gundekî Kakeyîyan e, du cotkarên Kurd revandin û îro jî termên herdu cotkarên Kurd hatine dîtin.”
Azad Îsa got, “Yek ji wan kesan navê wî Borhan Hatem û muxtarê gundê Mêxas e û kesê din jî Neber Nasir e û kurmamê muxtarê gund e.”
Rêveberê Polîsê Xaneqînê da zanîn ku 3 cotkarên Ereb jî wê demê li cem wan cotkarên Kurd mijûlî kar bûn, lê belê çekdaran ti tiştek bi wan nekiriye û tenê cokarên Kurd revandine.
Azad Îsa destnîşan kir: “Ev yek belge ye li ser wê yekê ku tenê dijatiya Kurdan tê kirin û Kurd dibin armanc.”
Gundê Mêxas dikeve sînorê navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyaleyê û 200 mal lê dijîn, ku nîştecihên wê Kurdên Kakeyî ne. Mêxas, 30 kîlometran ji Kelar û 5 kîlometran ji Xaneqînê dûr e.