Kurdistan
Xarpêt bi erdhejeke tundiya 4.1ê hejiya
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, îro 17ê Çileyê 2021ê li demjimêrên nîvro erdhejeke bi hêza pileya rixter a 4.1ê rû da.
Sazyi Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê AFADê ragihand ku erdhej li navçeya Sivrîce ya Xarpêtê çêbûye û pileya wî 4.1 e.
Herwiha hat diyarkirin ku erdhej li demjimêr 12.24ê nîvro rû daye û kûrahiya wê ya ji erdzemînê jî 17.14 kîlomtre bûye.
Li aliyê din Çadêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê jî pileya erdhejê wekî 3.9 eşkere kir û diyar kir ku kûrahiya wê 7.2 kîlometre ye.
Piştî erdhejê ti ziyaneke canî û madî nehatiye tomarkirin.