TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xarpêt | Çiyayê Mastarê ji doh ve disewite: 150 donim erd sewitî

Admin H
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2021 22:43

 PeyamaKurd – Hat ragihanin ku di şewata li Çiyayê Mastar ê li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê de, 150 donim erd şewitî ye.

Agir ji doh 20ê Tîrmehê ve li Çiyayê Mastar ê li gundê Koçkale yê girêdayî navenda Xarpêtê derketibû û heta îro Çarşemê jî berdewam dike.

Doh Sêşemê piştî 3 demjimêran a xebata Rêveberiya Herêmê ya Daristanê û Rêveberiya Agirvemirandinê ya Şaredariya Xarpêtê şewat hatibû kontrolkirin, lê bi sedema bayê zêde careke din agir dest pê kir.

Hîn derbarê sedema derketina agir û rewşa dawî de ti daxuyaniyek ji sazî û rayedarên fermî nehatiye dayîn.

Parve bike: