TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xarpêt û Meletî bi erdhejan hejiyan

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2020 20:54

PeyamaKurd - Li bajarê Xarpêtê (Elezîz) ê Bakurê Kurdistanê îro piştî nîvro erdhejeke bi dijwariya pileya 4,0 çêbû. 

Li gorî ragihandina Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê AFADê erdhej li demjimêr 16:25 û di kûrahiya zemînê ya 7 kîlometran de li navçeya Sivrîce çêbûye ku îro li bajarê cîran Meletiyê jî erdhejeke bi pileya 4,3yan rû dabû.

Ji erdheja 24ê Çileyê 2020an a Xarpêtê ve bi hezaran erdhejên din ên paşgoyî çêdibin ku dibin sedema metirsiyê.

Di encama erdheja 24ê Çile rû dabû û li bajarên din ên cîran jî bandora xwe kiribû de, 37 kes li Xarpêtê û 4 jî li Meletiyê bi tevahî 41 kesan can dabû.

Parve bike: