Kurdistan
Xebata bo firînan li Balafirgeha Qamişlo dest pê kir
PeyamaKurd- Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê ragihand, ku tîmên pispor dest bi kar kirine ji bo rastkirina xakê li derdora cihê daketina balafiran û qadan li gorî pîvanên navdewletî.
Desteya Balafirvaniyê diyar kir, karê dubare çakirina balafirxaneya Qamişlo li ser hejmarek qonax tê bicihkirin, ew jî bi armanca başkirina xizmetguzariyane ku balafirxane vegere rola xwe ya sereke ya girêdana deverê bi parêzgehên din ve.
Hêjayî gotinê ye, 22yê Sibatê Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê di çarçoveya bicihkirina xalên rêkeftina Şam û HSD de, balafirxaneya Qamişlo wergirtibû.