TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xebatên arkeolojîk yên li Amîdayê destpêkirin

Admin M
Nivîskar
📅 16 mijdar 2019 04:49

PeyamaKurd- Xebatên ku di qesra berê ya dilê Diyarbekirê de destpêkiribûn navber dabûnê û niha car din heman xebat dewam dikin. Dîroka ku tê zanîn ya Kelê herî kêm 5 hezar sale. Di kela Amîdayê de berhemên Hûrî-Mitannî, Ûrartûyan, Persan, Romayiyan, Emewiyan, Abbasiyan, Merwaniyên Kurd, Selçûkî û Artûkaiyan hene.

Di mijara xebatên zankoya Diyarbekirê ya Dîcleyê, beşa arkeolojiyê de, serokê beşê Prof. Dr. Yıldız weha got:

“Em ê beşa tunelê ya bi dizî ya qesrê vekin û bi temamê bigihînin hev. Ziyaretvanên me yên ku werin bo seredanê em ê wan di tunela dewra navçe de derxin û bibin Qesra Artûkiyan. Xebat wê tîşkê bixe ser dîroka Diyarbekirê. Bê navber jiyana vê derê 5 hezar sal dewam kiriye. El Cezîrî tam 30 sal di wê qesrê de jiyaye û tam 50 heb robot çêkiriye û sîstema wê daniye. Me hêvî heye ku em rastî yek bermayên berhemekî Cezîrî werin.”

Parve bike: