Xebatên qonaxeke din a cadeya 150 metre ya Hewlêrê destpê kir
PeyamaKurd – Xebatên qonaxeke din a cadeya 150 metre ya Hewlêrê îro destpê kir, ku di warê çêkirina rêyan de yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Li gor zanyariyan; piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li destpêkirin û temamkirina beşeke din a cadeya 150 metre ya Hewlêrê nîşan da, îro xebatên qonaxa duyem a cadeyê destpê kir.
Ev qonaxa projeya 150 metre ya Hewlêrê, cadeya Hewlêr û Koye heta Hewlêr – Şeqlawe li xwe digre û dirêjahiya wê 7.2 kîlometre ye.
Di 25ê Sibata 2021ê de bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, qonaxa yekem a cadeya 150 metre ya Hewlêrê hatibû vekirin.
Qonaxa yekem a cadeya 150 metre ji rêya Hewlêr – Behreke heta Hewlêr – Şeqlawe hatiye temamkirin û ji bo bikaranîna şofêran hatiye vekirin û bi temambûna beşa duyem a cadeyê jî gelek hêsankarî ji bo hatûçûna ji paytexta Herêma Kurdistanê û derdora wê, dê li ber welatiyan çêbibe.