TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xelîl: Em amadene bi Samê re rûnên

Z. Brîndar
Nivîskar
📅 07 hezîran 2018 01:14

Peyama Kurd / Hevserokê Desteya Rêvebir a TEV-DEM Aldar Xelîl, di derbarê têkilîyên bi Şamê re da zanîn ku ew amadene şandekê bişînin Şamê. Aldar Xelîl, anî zimên û got ku ew dixwazin bi şandiya şandeyê binerin bê hikûmeta Beşar Esad razî ye xweserîya Kurdan li bakurê rojhilatê Sûrîyê qebûl bike yan na.

Aldar Xelîl, ji agahdarî daye AP û ji wan re ragihandiye ku ew amadene pêşeroja herêma bakurê rojhilatê Sûrîyê li gel hikûmeta Şamê nîqaş bikin.

Li gor Aldar Xelîl, heke encam aştî û xweragirtin be, wê ev encam di berjewendîya herkesî de be.

Parve bike: