Kurdistan
Xelkê Girê Spî li hember destdirêjiya ser jinan baregeha çekdaran sewitand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku xelkê taxa Cisir a bajarê Girê Spî ku niha hatiye dagirkirin, nerazîbûn nîşanî destdirêjiya çeteyan a li ser jinên taxê da û naveneke wan çekdarên girêdayî Tirkiyê şewitand.
Çavkaniyên ji bajarê Girê Spî yê ku piştî êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hatibû dagirkirin radigihînin ku şêniyên taxa Cisir a Girê Spî bargeheke çekdaran şewitandiye û di şewatê de, 3 ji wan çekdaran jî mirine.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku ev bûyer wek bersiva destdirêjiya komên çekdar ên li ser jinên taxê pêk hatiye.