Xelkê Xaneqînê: Bila Pêsmerge me rizgar bike, me nekin parî ji DAISê re
PeyamaKurd – Li ser navê xelkê niştecihê Xaneqînê îro danezanek hat ragihandin û daxwaza vegera Pêşmerge bo herêmê hat kirin û hat xwestin digel hêzên iraqî ewlekarî û aramî bê dabînkirin.
Di danezana ku ji bo Hikûmeta Kurdistanê û Iraqê hatiye ragihandin de, xelkê Xaneqînê bangewaziya vegera Pêşmerge ji bo navçeyên xwe dike û wiha tê gotin, “Bi navê xelkê Xaneqînê, gund û navçeyên ser bi wê daxwaza rizgarkirina rewşa navxweyî ya têkçûyî ya bajarê xwe dikin.”
Di berdewamê tê diyarkirin: “Em wek xelkê Xaneqînê bi hemû pêkhate û netewan ji sala 2003yan heta 16ê Cotmeha 2017an rewşa me baş bû, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve me aramiya xwe ji dest da. Her çend e naxwazin ti aliyekî li ser valahiya ewlehiyê çêbûye û rewşa têkçûyî tometbar bikin jî lê we agahdar dikin ku rewşa ewlehiya bajêr xirab û piştguhkirî ye.”
‘EM HER SIBEH BI TEQÎN Û KUŞTINAN ŞIYAR DIBIN’
Xelkê Xaneqînê di danezanê de got: “Her sibehê bi teqîn û kuştina mirovên bêtawan şiyar dibin, ku hejmara şehîd û birîndarên me gihîştiye 76 kesan. Xelkê gundan jî piştî ku DAIŞê gefa kuştin û şewitandina dexl û daneyên wan li wan dixwe, ji navçê derdikevin û vala dikin.”
‘RÊ NEDIN KU XANEQÎN BIBE PARÎYEKÎ HÊSAN JI TERORÎSTÊN DAIŞÊ RE’
Xelkê Xaneqînê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve daxwaz kirin, ewlehî û aramî vegere bajêr û hêzên Pêşmerge û Asayişê wek hêzên Iraqî vegerin navçeyê û kar ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên mayî bikin û peyama ewlehî û aramiyê bidin xelkê Xaneqînê.
Herwiha di danezana xelkê Xaneqînê de tê bang tê kirin: “Berî ku rewş xirabtir bibe, Xanqînê rizgar bikin û rê nedin bibe pariyekî asan ji terorîstên DAIŞê re.”