Kurdistan
Xortê ji bo xwe hînik bike ket avê û fetisî
PeyamaKurd – Li Dêrsimê li navça Nazimiyê li gundê Guyukyurdê li mezra Serdeniyê xortê bi navê Ali Kargal (21) tevî avjeniyê nizanibû ji bo xwe hînik bike ket ava Pulumurê û di avê de fetisî.
Hevalên Alî Kargal ferq kirin ku avjeniyê nizane û Kargal ket ber pêlên avê. Xeberê dan AFAD,112, tîmên Îtfaiyê yên Dêrsimê û ji navça Pulumurê cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Tîmên pêwendîdar karibûn xwe bigihînin cesedê Kargal û ji bo otopsiyê cenazê wî birin nexweşxana dewletê ya Dêrsimê.