TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xortê Kurd besdarî 'Forûma Ciwanên Cîhanê' dibe

Admin H
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2022 00:08

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku xortê Kurd ê bi navê Peywend Subhî ku ji bajarê Kerkûkê ye, weke nûnerê ciwanên Başûrê Kurdistanê û Iraqê li welatê Misrê beşdarî Forûma Ciwanên Cîhanê dibe.

Forûma Ciwanên Cîhanê bi alîkariya Serokomarê Misrê birêve diçe ku cara ewil di sala 2017an de hatiye lidarxistin.

Sala borî ji ber vîrusa koronayê forûm nehatiye lidarxistin û îsal jî bi amadebûna nûnerên 190 welatên cîhanê birêve diçe û 6 rojan berdewam dike.

Peywend Subhî weke endamê Encûmena Ciwanên Iraqê û Nûnerê Ciwanên Kurdistanê, di forûmê de cih digre.

Parve bike: