Kurdistan
Xotekî xwuşk û diya xwe kuşt
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kiremanşahê li taxa Pardîsê xortekî li xwuşka xwe û diya xwe xist û her 2 kesan kuşt. Jinên hatine kuştin Fatemeh Lutfi û Zahra Şahbazî ne. Wekî gumanbar kurê Lutfi Amirhussein Şahbazi (18) nîşan dan.
Kuştin, di 5ê Cotmehê de bûye, bi çekê li diya xwe (46) Fatemeh Lutfi û xwuşka xwe ya bi navê Zahra Şahbazi (26) xist û kuşt.
Kesên agahiyan dane Hengawê, ragihandine ku di nava malbatê de ji berê de gelek gengeşe hene û rûdanekî nav malbatiye.
Hat gotin ku Şahbazî di serê siba roja Duşemê de, ewilî li diya xwe xistiye û paşî li xwuşka xistiye. Nehat ragihandin bê Şahbazî hatiye girtin an nehatiye girtin.