Kurdistan
Xwendekarekî Zanîngeha Haranê xwe kust
PeyamaKurd – Li Rihayê, xwendekarê Zanîngeha Haranê Mehmet Alî Lale ku hemşîretî dixwend, xwe kuşt.
Li gor zanyariyan, xwendekarê Zanîngeha Haranê ya Rihayê Mehmet Alî Lale yê Beşa Hemşîretiyê sala duyemîn dixwend, xwe kuşt.
Zanyarî destnîşan dikin ku Lale xwe ji qatê avahiya Wargeha Gobeklîtepe ya Kampusa Osmanbeyê avêtiye xwarê û întîhar kiriye.
Piştî bûyerê Lale can da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.