Xwendekarên Êzidî bi 'al û sirûda Iraqê' merasîma derçûnê çêkirin
PeyamaKurd – Hejmarek xwendekarên êzîdî li dibistaneke li parêzgeha Dihokê di merasîma derçûnê de sirûda Iraqê lêxistin û alaya Iraqê hildan.
Li ser medyaya civakî welatiyekî bi navê Hasan Mîrza vîdeopeyamek belavkiriye ku tê de merasîmeka destûrgirtina xwendekaran xuya dike.
Xwendekarên ku tê gotin kurdên êzidî ne, di merasîmê de alaya Iraqê bilind kirin, sirûda Iraqê xwendin. Hasan Mirza di wê vîdeopeyamê de rexne li vê merasîmê û kesên beşdarî vê merasîm bûne dide û dibêje:
“Eyb û şerm e ku ji bo wan ên ku vê merasîma destûrê de sirûda Iraqa dagîrker lêxin û alaya Iraqê bilind bikin. Ji Heftê û du fermanên êzidiyan eyb û şerb bikin. Ji wan xwişk û dayikan fedî bikin ku heta niha jî di destê ereban de ne. Ji xwîna wan Pêşmergeyên ku di ber vî welatî de rijandine, şerm bikin. Ji wan Pêşmergeyan şer bikin ku ji bo tenahî, azadî rehetiya we xwîna xwe rijandine. Heşda Şeibiyê û leşkerî Iraqî nehatine û tehda li we nekiriye ku hûn alaya Iraqê hildin û sirûda Iraqê bixwînin. We ev bi rizaya dilê xwe kiriye.”
Xwendekarên derçûyî di dawiya vîdeopeyamê de bi muzîka erebî reqs û govendê digerînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî yasa û destûrên Herêma Kurdistanê, di merasîm û şahiyan de divê Alaya Kurdistanê (Ala Rengîn) were hildan û sirûda niştimanî Ey Reqîb were xwendin.