TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xwendevanê di Baraja Dîcle de wenda bû cesedê wî hat dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 18 hezîran 2022 01:01

PeyamaKurd – Xwendevanê ku ava baraja Dîcle de wenda bû cesedê wî hat dîtin. Xwendevanê bi navê Haşim T. ku diçû lîsê pola dawiyê, ji bo xwe hînik bike bi hevalekî xwe re ketibû ava barajê, hevalê wî rizgar bû lê ew bi xwe ketibû ber pêlên ava abarajê. Xortê rizgar bû agahiyê dabû malbatê û li ser agahiyan tîmên 112 ê, AFAD ê, ANDA, îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Tîman piştî xebata bi 6 sietan, karibûn xwe bigihînin cesedê Haşim T. û cesedê wî ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê.

Parve bike: