Kurdistan
Xwepêsandan gihan Kerkûkê
PeyamaKurd- Li başûrê Iraqê bi sedema bêkariyê, gendelî, nebûna av û elektrîkê xelk xwepêşandanan dikin. Bi wê sedemê Bexda alavên ragihandinê bi taybetî yên dayîn û stendinan weka twitter, facebook, Înstagram û Whatsupp ji aliyê dewletê de hatin birin. Salên borî jî li başûrê Iraqê li Basra, Kerbela, Necef û heya Bexdayê bo heman armancan xwepêşandan hebûn.
Lê vê carê xwepêşndan gihan bajarê desteserkirî Kerkûkê. Kerkûk piştî rêvebiriya wê ket destê Ereban û hukumeta navendî, her diçû halê wê nexweş dibû. Asayîş, karsazî, elekrtîk û gelek pirsgirêkên wê, rêvebir nikarin helbikin.
Gelek xwepêşandêr li ber avahiya parêzgehê civiyan û xwepêşandan kirin. Bi sedema xwepêşandanê tedbîrên asayîşê hatin dîtin û rêyên ku diçin Kerkûkê hatin girtin.