TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xwest bi elektrîkê masiyan bigre lê elektrîkê ew kust

Admin M
Nivîskar
📅 16 gulan 2021 01:20

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li devê çemê Mûradê li gundê Geçitalanê 4 kes xwestin bi elerktrîka jeneratorê masiyan bigrin û elektrîkê dan nav avê. Lê kesê bi navê Murat Yükselen elektrîkê pê girt û li ciyê bûyerê mir.

Li ser telefona hevalên wî, tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê lê dîtin ku Murat Yükselen jiyana xwe ji dest daye. Cenazê Yükselen bo otopsiye birin morga nexweşxana dewletê ya lêkolîn û perwerdê ya Agiriyê.

Parve bike: