Xwest jina xwe ji avê derxe lê her dû jî fetisîn
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê li devera Bestûnê jina ku ket çemê Gamasiyabê û zilamê wê dema ku xwest jina xwe ji avê derxe û rizgar bike, ew jî bi jina xwe re di avê de fetisî. Bi vê rûdanê re ji serê salê heya niha, jimara kesên di avê de fetisîne, giha 16 kesan.
Qeymeqamê navça Hersîn a Kirmaşanê Cîhanbexş Haydarî ji bo çapemeniya cîh ragihand ku di 6ê Tebaxê 2026an de li Bestûnê li gundê Haydarabadê rûdanekî xemgînî qewimiye û Haydarî weha dewam kir:
“Li gor pêzanîna me; ewilî jin dikeve avê. Paşî ji bo wê rizgar bike, mirovê wê dikeve avê. Lê mixabin her dû jî di avê de difetisin.”
Tîmên parastina sîvîl û rizgarkirinê çûne ciyê rûdanê, piştî lêgerîna li jin û mêr, cesedên her du kesan dîtine, cesedên wan ji avê derxistine û birine tiba edlî ji bo otopsiyê.