Kurdistan
Xwest malbatan lihev bîne lê ew hat kustin
PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navça Patnosê du malbatên bi paşnavên Bilici û Karahan şeş sale ku dijminahiya hev dikin û ji bo malbatan lihev bîne, kesê bi navê İdris Özkaya ket navbera wan lê her dû malbat car din lihev xistin û Özkaya jî birîndar kirin.
Di pevçûnê de Reşat Bilici can da, İdris Özkaya û Kemal Karahan birîndar bûn. Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Patnosê lê İdris Özkaya li nexweşxanê can da.
Ji bo bûyer zêde nebe, hêzên ewlehiyê tedbîrên xwe zêde kirin.