Kurdistan
Xwest ser rawestîne lê di navberê de wî birîndar kirin
PeyamaKurd- Yek ji rêvebirên eşîra Remiya Ferît Özdemir ku devera wan dikeve navbera Batmanê û Heskîfê, ket navbera du malbatên ku bi sîlihan lihev dixistin lê di navbera wan de Ferit Özdemir birîndar bû. Ji bilî Ferit Özdemir 2 kesên din jî di bûyerê de birîndar bûn. Malbatên ku şer dikirin ji gundê Meymûniyê bûn. Tevî ku Ferit Özdemir ket navbera wan jî her dû alî nesekinîn.
Bûyer 3 roj berê çêbû. Bo şer û pevçûn zêde nebe, Ferit Özdemir ket navbera wan lê di navberê de guleyên sîlihan lê ketin. Ferit birayê Faris Özdemire ku Faris Özdemir di dewra 20 û 21 ê de parlementerê Batmanê bû.
Ferit Özdemir dibin nexweşxaneyeka taybet ya Batmanê û ji wê derê wî sewqê bajarê Meletiyê dikin û li wê derê îro jiyana xwe ji dest da.