TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xwest xuska xwe rizgar bike lê ew di avê de fetisî

Admin M
Nivîskar
📅 17 tebax 2019 21:34

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Pasûrê li çemê Sarimê xortê 13 salî yê bi navê Taha Ersancan, di dema ku xuşka wî bo xwe hînik bike, ket avê û hindik ma bifetise, Taha xwe avête avê da xuşka xwe rizgar bike. Lê ew bi xwe di avê de fetisî. Xuşka wî Semanûr avjeniyê nizanibû.

Kesên li dora wan xwestin wan rizgar bikin û xwe avêtin avê. Mixabin birayê biçûk Taha fetisî û xelk karibû xuşka wî Semanûrê bi saxî ji avê derxe. Tîmên tenduristiyê yên 112an hatin ciyê bûyerê û Semanûrê birin nexweşxaneyê.

Parve bike: