TR KU SO
FB X
Kurdistan

“Xwezî dewleta Kurda hebûya, me 6 mehan carekî mûçe nestandiba”

Admin M
Nivîskar
📅 19 gulan 2020 04:01

PeyamaKurd- Sekreterê Polîrburo ya PDK ê Fazil Mîranî bo Dengê Amerîkayê got: “Xwezî dewleta Kurda hebûya bila me ji 6 meha carekî mûçeyên xwe nestandina lê dewleta me hebûya, me dikaribû bi petrola Kurdistanê mûçeyên fermanberên xwe bida.”

Fazil Mîranî her weha behsa têkiliyên navbera PDKê û YNK ê jî kir û got ku têkiliyên navbera wan stratejik in. Li pêşiya wan tekane rê ew e ku têkiliyên wan baş bin. Mîranî dibêje ku berya kongre ya YNK ê, hinek têkiliyên wan sar bûn û bo kongreyê YNK dawetname bo PDK ê neşandiye. Piştî kongreyê peyama pîrozbahiyê bo YNK ê neşandine. YNK digot ku wan mêvan dawet nekirine lê mêvan hebûne. Mîranî dibêje diviya PDK li pêşiya mevanan bûya. Fazil Mîranî weha dewam dike:

“Nabe em û YNK ê ji hev dûr bikevin. Ya rast cenabê serok û hevalên polîtburoya PDK ê li gel serkirdayetiya nû ya YNK ê mu’amele dikin. Em destê xwe naxin nav karûbarên YNKê. Em dibînin ku serkirdayetiya YNKê ya nû xebata xwe dike û em pîrozbahiyê li YNKê û hevserokên wê dikin.”

Mîranî di mijara civîna bi YNKê re ya piştî cejnê kir û got ku wê her dû polîtburo piştî cejnê bicivin û weha dewam kir:

“Piştî wê civînê em ê hewl bidin ku civîneka berfirehtir bikin û em û YNKê hev temam dikin. Pêdiviya Kurdistanê bi hevkariya siyasî heye û rezgirtina bo hev daxwaza milletê ye. Hukumeta Kurdistanê ya niha bi hêze, ji sê partiyan pêkhatiye. PDK, YNK û Goran û her weha pêkhateyên Kurdistanê jî tê de hene. Dema ev hukumet hat, problem destpêkirin û hukumeta Bexdayê mûçeyên fermanberên Kurdistanê birîn. Nexweşîna koronayê bû sedema daketina bihayê petrolê. Xwezîka dewleta Kurdan hebaya û bila her 6 mehan carekê jî me mûçeyên xwe nestendiba, lê dewleta me hebaya, me dikarî bi petrola Kurdistanê mûçeyê fermanberên xwe daba.”

Parve bike: