Yawer: Tirkiye serweriya Iraq û Kurdistanê binpê dike
PeyamaKurd – Sekreterê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên bi hinceta hebûna PKKê, serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê binpê dike û pêwîste Iraq nehêle ew operasyon bên kirin.
Ji 27ê Gulana 2019an ve, ev 40 roj in artêşa Tirkiyê bi hêzên bejahî û esmanî êrîşên ser devera Xakûrkê didomîne ku di encama bombardimanan de sivîl jî dibin qurbanî.
Sekreterê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer derbarê operasyonên Tirkiyê de ji RojNewsê re axiviye û gotiye, ti hêzeke Pêşmerge li herêma operasyonê nebûye û ji operasyonê jî Tirkiye ew agahdar nekirine.
Yawer got, li deverên sînorî yên devera Xakûrkê tenê hêzên PKKê hene û ti hêzeke Pêşmerge nîne li wir.
Cebar Yawer da zanîn ku ji ber operasyonan 400-450 gundên sînorî hatine valakirin û ji hikûmeta Iraqê jî daxwaz kir, li dijî operasyona Tirkiyê ku serweriyê û yasayan binpê dike derkevin.
Yawer da xuyakirin ku, ev mijar dikare di navbera dewletên Iraq û Tirkiyê de bê çareserkirin û got ku hikûmeta Kurdistanê jî nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê nîşan dabû.