TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yek ji êrîskarê teqînan hat desteserkirin

Admin H
Nivîskar
📅 03 hezîran 2019 01:27

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yek ji êrîşkarên teqînên Kerkûkê yên 29ê Gulanê rû dabûn, li navenda bajêr hatiye desteserkirin.

Berpirsê Çapemeniyê yê Navenda Polîsê Kerkûkê Afrasyav Kamil ragihand, di serdegirtineke li gundekî başûrê Kerkûkê yek ji êrîşkarên teqînan hatiye desteserkirin.

Li gorî ragihandina polîsê Kerkûkê gumanbarê hatiye desteserkirin endamê DAIŞê ye û derheqê wî de proseya hiqûqê hatiye destpêkirin.

Di êrîşên bombeyî yên roja Çarşemê ji ber valahiya ewlekariyê pêk hatin de, 6 kesan can dabû û 18 kes jî birîndar bûbûn.

Parve bike: