Kurdistan
Yekem karwanê heciyên Kurdistanê sibe diçe Mekkeyê
PeyamaKurd - Sibe yekemîn karwanê heciyên Kurdistanê ji Medînê ve diçin Mekkeyê. Ji ber derengketinê jî, 1974 kesên ku diçin hecê divê li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê Îhramê li xwe kin.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarê Ayînî ya Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmaîl ragihand ku heya niha hezar û 793 kes ji balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê çûne Medînê. Hinek balafir, ji ber xişteya hêla asmanî ya Iraqê, li şûna Medîneyê li bajarê Cîddeyê datînin.
Hejmara wan kesên ku bi rêya Cîddeyê diçin, hezar û 974 kes in û divê li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê Îhramê li xwe bikin.
Herwiha, sibe yekemîn karwanê heciyan jî ji Medînê ve berê xwe didin Mekkeyê ku hejmara wan jî 564 kes in.