TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yekemîn hilbijartinên gistî li Herêma Kurdistanê 30 sal berê hat kirin

Admin L
Nivîskar
📅 19 gulan 2022 16:00

PeyamaKurd – Yekemîn hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê 30 sal berê hat kirin.

Îro 19ê Gulanê û 30yemîn salvegera hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku yekemîn hilbijartinên parlementoyê li Herêma Kurdistanê roja 19ê Gulana 1992 hat kirin.

Di destpêkê de navê Parlamentoya Kurdistanê Encumena Niştimanî ya Kurdistanê bû û di sala 2009an de bi fermî bû Parlamentoya Kurdistanê.

Herwiha piştî hilbijartinên 19ê Gulana 1992yan, yekemîn Hikûmeta Kurdistanê jî hat pêkanîn.

Ji wê çaxê ve heta niha 5 hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Parve bike: