Yekîneyên 70 em û 80 em yên Pêsmerge dê bibin yek
PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê û wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê li ser esasê reforman di wezareta Pêşmerge de pêvajoya reforman dewam dikin û li ser dewama reforman di wezareta Pêşmerge de, wezaret ragihand ku wê di sala pêşiya me de yekîneyên 70 em û 80 em yên Pêşmerge bibin yek.
Ji rêvebirên wezaretê Ferman Ferhad got ku bi hevkariya koalîsyona navdewletî heya niha 20 tûxayan ava kirine û 2 tûxay jî di asta avakirinê de ne. Ferman Ferhad ragihand ku wê bi koordinasyona wezareta Pêşmerge û serokerkaniyê, yekîneyên 70 em û 80 em bibin yek û heya niha % 60 ê Pêşmergeyan hatine perwedekirin.
Ferhad ragihand ku pêvajoya perwerda Pêşmerge dewam dike, çeperên Pêşmergan hatine xwurtkirin û di destê Pêşmerge de têra wan sîlih û techîzad hene.