Yekîtiya Awrûpayê amade ye bo erdhejê alîkariyê bike
PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê piştî erdheja Xarpêtê ya Sîvrîceyê ragihand ku wan berê satalayta xwe ya dîmenan daye ser Tirkiyê û amade ne ku alîkariya Tirkiyê bikin. Yekîtiya Awrûpayê got ku wan berê satalayta bi navê sîstema Copernicusê ya dîmenan, piştî erdhejê xistine dewrê. Janez Lenancic ku berpirsa komîsyona krîzê ya Yekîtiya Awrûpayê got ku ew bi Navenda Mudaxeleya Lezgîn (ERCC) re di nav hevkariyê de ne û halê erdhejê ji nêz de dişopînin.
Lenarcic got ku li ser daxwaza Tirkiyê sîstema Copernicusê ya Dîmenên Satalaytî xistine dewrê û wê ev sîstem di sehayê de bo rizgarkirin û lêgerînê bibe alîkar. Serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Dilê me bi wan malbatên ku li Tirkiyê mirovên xwe wenda kirine û bi malbatên birîndaran re ye. Em bo destekê amade ne.”