TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yekîtiya Ereb pistgirî da agirbesta Libyayê

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2020 14:12

PeyamaKurd – Yekîtiya Ereb, Erebistana Siûdî, Urdin û Îmaratên Erebî piştgirî dan agirbesta 8ê Hezîranê ya Libyayê ku ji aliyê Xelîfe Hefter ve li paytexta Misirê Qahîreyê hat ragihandin.

Doh 6ê Hezîranê li Qahîreyê bi daxuyaniyeke hevbeş a beşdariya Serokomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî, Xelîfe Hefter û Serokê Meclîsa Nûneran a Tobrukê Akile Salih ‘Danezana Qahîreyê’ û biryara agirbesta Libyayê bo 8ê Hezîranê hat ragihandin.

Piştî vê ragihandinê, Yekîtiye Ereb piştgiriya xwe bo bangewaziya agirbesta hêzên Hefter a li hemberî hêzên hikûmeta Wîfaq a Fayez Ferac diyar kir.

Herwiha berpirsên welatên ereb ên Erebistana Siûdî, Urdin û Îmaratên Erebî jî piştgirî dan bangewaziya agirbestê.

Parve bike: