Kurdistan
YNK li xwe û Kurdistanê neheqiyan dike
PeyamaKurd- Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan di nav xwe de li hev nake lê damezrandina hukumeta Kurdistanê jî dereng dimîne û nabe ti dewlet an federasyonek bê serpereştî bimîne.
Di civîna dawî de ya bi PDK ê re, YNK 6 wezaretan xwestibû lê KDP behsa 5 wezaretan kiribû. YNK di mijara jimara wezaretan de daxwaza xwe bo serok Barzanî ragihandine. Li gor ragihandina PDKê ji BasNewsê re kiriye esas YNK di nava xwe de lihev nake.
Avakirina hukumeta Kurdistanê çendîn dereng bikeve, ev tê vayeta zerara xelkê Kurdistanê.