TR KU SO
FB X
Kurdistan

YNKê dema lidarxistina kongreya xwe diyar kir

Admin H
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2019 01:03

 PeyamaKurd -  Di civîna îro duşemê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de hat ragihandin ku YNK heta dawiya sala 2019an kongreya xwe li dar dixe.

Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku di civîna îro ya Mekteba Siyasî ya YNKê de biryar hatiye dayîn ku YNK kongreya xwe heta dawiya sala 2019an li dar bixe.

Letîf Şêx Umer da zanîn ku wan roja kongreyê diyar nekiriye, lê biryare ku heta dawiya salê kongreya xwe pêk bînin.

Rêveberê YNKê diyar kir ku bi lidarxistina kongreyê du armancên YNKê hene yek jê pêdaçûna siyasetê û dariştina siyaseteke nû û hilbijartina serkidayetiya partiyê ye.

Parve bike: