TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘YNKê Kerkûk firote Hesda Sebî’

📅 19 nîsan 2018 01:31

PeyamaKurd - Endamê civata giştî ya tevgera Goranê Xelîl Serkanî ragihand, ku bi sedema bûyerên 16ê Cotmehê dengê kurdan bi şêweyekî berçav kêm bûne û ragihand ku YNK li ber çavê hemwelatiyan bajarê Kerkûkê firote Heşda Şebî û artêşa Iraqê.

Xelîl Serkanî ragihand ku bi sedema bûyerê 16ê Cotmehê vê care dê bi awayeke berçav dengê kurdan li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî idareya herêmê kêm dibin.

Xelîl Serkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: Bûyerên 16ê Cotmehê xelkê bajarê Kerkûkê dilgiran kirin. YNK li ber çavê hemwelatiyan, bajarê Kerkûkê firote Heşda Şebî û artêşa Iraqê.

Serkanî di dirêjiya axaftina xwe de got: Eger bûyerê 16ê Cotmehê ne qewimîbûna Tirkmen û Heşda Şebî zilm û zorî li welatiyên bajarê Kerkûkê nedikirin.

Parve bike: