Kurdistan
Yûnanistan derbarê Kurdistanê da gaveke girîng diavêje: Pistî Newrozê…
PeyamaKurd - Yûnanistan amadekarîyê dike ku li Herêma Kurdistanê nûnertîyên xwe zêde bike û peywendîyên xwe yên bi Kurdistanê ra xurttir bike.
Yûnanistan nûnertîya xwe ya li Hewlêrê derdixe asta Balyozxaneyê û piştî Newrozê xizmeta vîzeyan jî tê da amadekarîyan dike ku xizmetî xelkên Herêma Kurdistanê bike.
Serkonsolê Yûnanistanê Efthymios Costopoulos daxuyanîyek da û got, “Biryar e em peywendîyên xwe yên bi Kurdistanê ra baştir bikin. Di vê çarçoveyê da şandek ji Herêma Kurdistanê dê beşdarî foruma aborîyê ya salane bibe û bi rayedarên wezareta devre ra bicive.”
Ji alîyê din ve em dixwazin nûnertîya xwe ya li Hewlêrê derdxin asta Balyozxaneyê û piştî Newrozê xizmeta vîzeyan jî tê da dixwazin xizmetî xelkê bikin