TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yûnanîstan: Gotinên Suleyman Soylû dûrî rastiyê ne

Admin L
Nivîskar
📅 20 tebax 2022 14:34

PeyamaKurd – Yûnanîstanê bi daxuyaniyekê tohmetên Tirkiye yên  dibêjê endamên PKKê li bajarekî, ji aliyê Yunanîstanê ve hatine perwerdekirin, red kir.

Beriya niha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylû gotibû, Yûnanîstan bûye qada perwerdê ya "terorîstan" û endamên PKKê li Lavrio ya Atticayê hatine perwerdekirin.

Wezîrê Navxwe yê Yûnanîstanê Takis Theodorikakos do bi daxuyaniyekê sûcdariyên hevtayê xwe yê Tirk red kir û ew sûcdarî weke "derewên mezin" bi nav kir.

Takis Theodorikakos eşkere kir: “Gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yên ku dibêje Yûnanîstan navenda perwerdekirina terorîstan e, dûrî rastiyê ne. Hemû Ewropa jî vê yekê dizane.”

Di berdewamiyê de Takis Theodorikakos destnîşan kir: “Ewropa baş dizane ku Tirkiye wek ku di Adara 2020an de, gelek caran koçberan bikar tîne. Em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê sînorên xwe li gorî hiqûqa navneteweyî biparêzin.”

Parve bike: