TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zarokê 4 salî yê Kurd Mîraç Çîçek 9 roj in wenda ye

Admin L
Nivîskar
📅 08 tebax 2020 18:22

PeyamaKurd – Li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê, zarokê 4 salî Mîraç Çîçek ê 9 roj in wenda ye, hîn nehatiye dîtin. 

Zarokê 4 salî Mîraç Çîçek, di 1'ê Tebaxê de li Taxa Kelekçî ya Pîrana Diyarbekirê wenda bû. Mîraç Çîçek 9 roj berê wenda bû û hîn nehatiye dîtin. Piştî Mîraç Çîçek wenda bû, li ser agahiya malbatê yekineyên AFAD, UMKE û noqerên avê dest bi lêgerînê kirin. Lê Mîraç heta niha jî hîn nehatiye dîtin. Şêniyên taxê jî tev li lêgerina Çiçek bûn. Xebatên lêgerîna Mîraç, ên li axur, mal, qadên bi daristan û li ser ava bendavê dewam dikin.  

Herwiha li aliyê din, eskeran herî dawî têkildarî Mîraç îfadeya 6 kesan girtibû û di çarçoveya îfadeya van kesan de xebatên lêgerînê didomînin.

 

Parve bike: