TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zarokekî 8 salî bi tivingê leyîst û jiyan xwe ji dest da

Admin M
Nivîskar
📅 21 îlon 2024 19:56

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Berwariya (Pervari) li gundê Wahlisê (Çobanören), zarokê bi navê Tayyar Aygün (8) dema li malê bi tenê ma, rakir tivinga nêçîrê û pê leyîst.

Tiving teqiya û li Tayyar Aygün ket. Eqrebayên ku bi dengê tivingê hesiyan çûn malê û dîtin ku tiving li zarokê ketiye. Piştî zarok birîndar bû, ew birin nexweşxanê û li nexweşxanê can da.

Cenazê Aygün ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Sêrtê. Li ser bûyerê lêpirsîna edlî dan destpêkirin.

Parve bike: