TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zêbarî: Dem hatiye dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin

Admin L
Nivîskar
📅 06 îlon 2023 15:03

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî diyar kir, biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Iraqê seyr û nedestûrî ne û got: “Dema wê hatiye ku dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin.”

Zêbarî li ser Twitterê da zanîn: “Biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Iraqê seyr û nedestûrî ne û ji ber wê jî biryarên Serokwezîrê Iraqê yên vekirina baregeha PDKê li Kerkûkê û cîbicîkirina rêkeftina ligel kuweytê hilweşandin.”

Hoşyar Zêbarî eşkere kir: “Ev zordariyeke metirsîdar e.”

Herwiha destnîşan kir: “Dema hatiye ku dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin.”

Hoşyar Zêbarî di tweeta xwe de amaje bi malikeke şaîrê Ereb ê navdar El-mutenebî kir û got: “Hevrikî bi te re ye û tu hevrik û dadwer î.”

Parve bike: