TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zêbarî: “Operasyona li ser sînorê Zaxo rewseke jeosiyasiye”

Admin M
Nivîskar
📅 27 hezîran 2020 04:36

PeyamaKurd- Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî di ser hesabê xwe yê Twitterê de, li ser operasyonên Tirkiyê yên li ser sînorê Zaxoyê hatine kirin, nerazîbûna xwe diyar kir û weha got:

“Operasyonên Tirkiyê yên li sînorê Zaxoyê rewşeke jeosiyasî ya cidî ye.”

Zêbarî balê dikşîne ser hinek berpirsên Tirkiyê ku li wîlayeta Mûsilê xwedî dertên û weha dewam dike:

“ Hatina dawîn ya Artêşa Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê li sînorê Zaxo rewşeke jeosiyasî ya cidî ye. Zêdebûna êrişan cihê nîgeraniyê ye. Daxwazên ji aliyê serkirdeyên Tirkiyê ve ji bo zindîkirina xwedîtiya dîrokî li wîlayeta Mûsilê, cihê nîgeraniya zêdetir e.”

Operasyonên Tirkiyê hêjî dewam dikin û berê jî hêzên bejayiyê sînor derbas kiribûn heya Batûfa, Heftanîn, Derkarê û qeza Zaxoyê çûbûn.

Parve bike: