TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zêdetirî milyonek gestiyaran serdana Duhokê kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2022 22:56

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 7 mehên dawî de, di turîzma parêzgeha Duhokê de rekor hatiye şikandin û zêdetirî milyonek geştiyaran serdana cihên geştiyarî yên li dorûbera Duhokê kirine.

Rêveberê Turîzmê yê Duhokê Rêwar Muhammed ji K24ê re daye xuyakirin ku di nav 7 mehên dawî de, rekor hatiye şikandin û zêdetirî milyonek geştiyarên piraniya wan ji derveyî Kurdistanê serdana cihên geştiyarî yên nav sînorên Duhokê kirine.

Muhammed eşkere kir ku tenê di betlaneya Cejna Qurbanê de zêdetirî 104 kesan kesan serdana Duhokê kiriye û 5 hezarên wan jî ji derveyî Iraqê hatine.

Herwiha Rêwar Muhamed gotiye, bandora topbarana Tirkiyê ya ser gundê Perexê yê Zaxoyê ku 9 geştiyar hatin kuştin, li ser sektora geştiyariyê ya Duhokê çênebûye û zêdetir turîst hîn jî serdana deverên geştiyarî dikin.

Li nav sînorên Duhokê 250 deverên turîstîk hene ku li navçeyên wê belav bûne û tê çaverêkirin di sala 2022yan de hejmara geştiyaran bigihîje zêdetirî milyonek û nîv kesan.

Parve bike: