TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zengilê dersê bo xwendekarên Herêma Kurdistanê lêda

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2026 11:48

PeyamaKurd - Piştî navbereke ku zêdetirî 40 rojan berdewam kir, îro Yekşemê li Herêma Kurdistanê deriyên navendên xwendinê careke din li ber xwendekaran vebûn.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên wezaretên perwerde û xwendina bilind, nêzîkî milyonek û 800 hezar xwendekarên dibistanan û 200 hezar xwendekarên zanîngeh û peymangehan vegeriyan nav pol û kampusan.

Ev pêvajoya xwendinê ku ji 28ê Sibatê ve bi sedema rageşiya leşkerî ya di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de hatibû rawestandin û bi awayê online berdewam dikir, bi biryareke hevbeş a her du wezaretan îro bi fermî li seranserî herêmê dîsa bi awayê amadebûnê (rûbirû) dest pê kir.

Parve bike: