TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ziwabûna Gola Urmiyê sekinî û rûbera golê gihîst 3 hezar kîlometran

Admin H
Nivîskar
📅 17 adar 2020 23:14

PeyamaKurd - Serokê Nivîsgeha Komîteya Vejandina Gola Urmiyê, Ferhad Serxoş ragihand, rewşa wê gola li Rojhilatê Kurdistanê ber bi başbûnê ve diçe û diyar kir, niha rûberê golê zêde bûye ku hindik maye bigihe 3 hezar kîlometran.

Ferhad Serxoş daye xuyakirin, li gor sala borî rûberê Gola Urmiyê bi qasî 494 km çargoşe zêde bûye.

Serxoş got, niha rûberê Gola Urmiyê 2 hezar û 965 kîlometrên çargoşe ye ku qebareya ava li nav Gola Urmiyê jî li gor sala par 1 milyar û 610 milyon metrên sêgoşe bilind bûye û gihîştiye 4 milyar û 1 milyon metrên sê goşe.

Ji 19 sal berî niha ve hişikbûna ava Gol Urmiyê destpê kiribû û li gor amarên fermî yên Îranê heta sala 2015an derdora % 80 ji rûberê golê hişik bûbû.

Hikûmeta Îranê ji bo vejandina wê golê û asayîkirina rewşa wê, komîteyeke taybet ava kiriye û hin rêkar pêk anîne.

Berî ku Komîteya Vejandina Gola Urmiyê were avakirin û dest bi çalakiyan bike, her sal asta ava wê gola mezin ku ava wê gelek şor e, 40 cm kêm dibû, lê ji dema avakirina komîteyê û cîbicîkirina hin pêngavam, rewş guherî ye û asta ava golê ber bi zêdebûnê ve diçe.

Gola Urmiye yek ji  golên herî mezin ên ava şor li cîhanê ye ku dikeve Rojhilatê Kurdistanê û di navbera parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Tewrêzê ya Îranê de ye.

Parve bike: