Bandora medya civakî ya li ser bîra mirovî vekolan: Jibîrkirinê zêde dike
PeyamaKurd – Lêkolînerên Îspanya û Norweçê xebatekî nûh dikin û gihane wê encamê ku mirov zêde medya civakî bikarbîne, dibe ku têkiliya wê bi bîra mirovî ya rojane an ya di jiyanê de, pêwendiyên wê hebin ku mirov tiştnan jibîr dike.
Bi taybetî ew kesên ku medya civakî zêde bikartînin zahmetiyên wan yên bîranîna planan û di şopandina karê wezîfa xwe de, zahmetiyan dibînin.
Di lêkolînê de li ser 943 kesên ku temenên wan di navbera 18-35 salan de ne, li ser jiyana wan ya rojane de zahmetiyên ku di encama bikarnîna medya civakî de dikin, li ser bîra wan rawestiyane.
Kesên ji wan pirs hatine kirin, wexta ku li ser medyayê derbas dikin çiqase, asta kontrola wan ya li ser medyayê û ceribandinên wan yên jibîrkirinê çendîn hene.
Li gor encaman, kesên wextê xwe zêde li ser medya civakî derbas dikin, karên xwe yên plankirî jibîr dikin, agahiyên ku berê hîn bûne bi zahmetî bibîr tînin û karên wan yên hene, di şopandina wan karan de zahmetiyan dibînin.
Di lêkolînê de kesên 5 seet medya civakî bikartînin, li gor kesên 1 seetekî bikartîne, bêhtir pirsgirêkên bîrê (hafıza) dijîn.
Zanyarên zanistê dibêjin ji ber li ser medya civakî mijar zêde diguherin, dazanîn, temaşa vîdeoyên kurt, dikin ku di heman wextê de bêhtir hişyarkeran dibînin û bandorê li pêvajoya wan ya baldariyê dikin. Ev rewş dike ku hînkirina agahiyan, depokirina wan û paşî bibîranîna wan bi zahmetî dixe.
Lêkolîner dibêjin ku ev rewş bandora xerabkirina bîrê raste rast li ser bîra mirovî îsbat nekiriye. Dibe ku rewşa xewê, stres, endişe û depresyon li ser ancamê bandoran kiribe.
Pispor dibêjin ku ji bo pêwendiyên di navcbera medya civakî û bîra mirovî de bi zelalî bê fêmkirin, pêdivî bi wexta dirêj û lêkolînên berfirehtir hene.