TR KU SO
FB X
Magazîn

Basak Demirtas ji bo Selahattîn Demirtas ji mamostetiyê îstifa kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 îlon 2020 21:27

PeyamaKurd – Hevjîna Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş ku 20 sal in mamostetiyê dike, îstîfaya xwe da.

Başak Demirtaş li ser sedema îstîfaya xwe got: “Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê serdana Girtîgeha Edirneyê zehmet bûye, demên serdanê tim tên guhertin û piraniya caran nediyar in, ji ber vê jî ji bo ku xwendekarên min zêdetir zirarê nebînin, min ev biryar daye.”

Başak Demirtaş gotiye ku wê 15 roj berî niha daxwaza îstîfaya xwe pêşkêşî Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê kiriye û ev biryar jî ji bo hevserê xwe Selahattîn Demirtaş û zarokên xwe daye.

Başak Demirtaş di bernameyeke televizyonê de got: “Xemgîn im lê neçar bûm vê biryarê bidim. Nêzîkî 4 sal in Selahattin Demirtaş di zindanê de ye ku 1700 kîlometre dûrî me ye û li wê derê tê girtin. Di meşandina erkê mamostatiyê de rûbirûyê gelek pirsgirêkan bûme.”

Demirtaş bi bîr xistiye ku dema 13 sal li gundan û bi giştî 20 sal in wek mamoste kar kiriye û wiha axivî: “Di dema borî de ji ber sedemên nerast çendîn kampanye li dijî min hatine kirin. Wan rojên ne li dewamê bûm, dezgahên medyayê çûne wê dibistana min ders lê dida, ligel xwendekar, xelkê gund û karbidestan axifî ne û daxuyanî ji wan wergirtine, lê Xwedê ji wan razî be ne xwendekarên min û ne jî xelkê gund yek gotineke xirab li ser min negotine. Piştre neçar bûne bi awayê nivîskî nûçeyên navxirabkirinê bidin.”

Parve bike: