TR KU SO
FB X
Magazîn

Bi kêrê hevalê xwe yê kar kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 18 nîsan 2026 00:00

PeyamaKurd – Li herêma Derya Reş ya Tirkiyê li bajarê Samsunê li navça Atakumê li Yenimahalle du hevalên hev ku di heman xwaringehê de dixebitîn yên bi navên Eren Bakır (31) û Haşim Y. (22) di rojê de munaqeşe kiribûn û çêrî hev kiribûn.

Ber destê êvarê her dû car din leqayê hev bûn û car din munaqeşe kirin. Haşim Y., bi kêrê li Eren Bakır xist û ew giran birîndar kir.

Ew birin nexweşxana Tibê ya zankoya Samsunê (OMÜ) lê Bakır li nexweşxanê can da. Piştî bûyerê gumanbar bi kêra ku li hevalê xwe xistibû hat girtin û wî xistin bin çav.

Parve bike: