TR KU SO
FB X
Magazîn

Çemê Ava Resan bi hatina Payîzê re bi rengên xwezayê xemilî

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2019 00:56

PeyamaKurd - Wek Mêrdînê navçeyên wê jî her demsal xweş xuya dikin.

Çemê Ava Reşan li navçeya Şemrexa Mêrdînê, li nêzîkî rêya di navbera Amed û Mêrdînê de ye. Çem payîzê bi xweşikiya xwe ve balê dikşîne û ji aliyê gelek mirovan ve tê ziyaretkirin.

Ava Reşan bi rengên xwe yên payîzê balê dikşîne

Li newalê cihekî ji bo meşê yê 10 kîlometroyî heye. Kesên tên vê derê der û dorê temaşe dikin, dengê çûkan û avê guhdar dikin, hewaya paqij dikşînin hundirê xwe.

Kesên dixwazin wêneyan bikişînin jî li vê derê wêneyan dikşînin û wek diyarî vedişêrin.

Parve bike: